London
| London City of London |
|
Bajarê Londonê
|
|
|
Nexşeya cihan Keyaniya Yekbûyî
|
|
| Kargêrî | |
|---|---|
| Welat | |
| Parêzgeh | London |
| Şaredar | Sadiq Khan |
| Demografî | |
| Gelhe | 8.308.369 |
| Berbelavî | 5,285 kes/km² |
| Erdnîgarî | |
| Koordînat | 51°30′26″Bk 0°7′39″Ra / 51.50722°Bk 0.12750°Rh |
London paytexta Ingilîstan û Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Bakurê Îrlandê ye û herwiha mezintirin bajarê vî welatî û yek ji mezintirîn bajarên Ewropayê ye. Ew li başûra rojhilta Ingilîstanê li ser çemê Thames hilkevtiye. Navenda bajêr gelek kevanar û dêrîn e û weke yek ji bajêrên dîrokî yên cîhanê tê zanîn. Di çaxa navîn de, London bajarekî biçûk û pêkhatî ji çend mehelan bûye, lê di sedsalên berê de, ji ber hatinûçûnên firewan dewrûpişta wî hatiye avakirin û hêdî hêdî bûye bajarekî mezin. Îro London giringtirîn bajêr e di Ingilîstanê de û xwedî pêkhateyeka rêveberî ya berfireh û berbelav e.
Nifûsa Londonê li gor serjimariya sala 2007an, 7,556,900 kesan e û pirnifûstirîn herêma bajarî yê Yekîtiya Ewropayê ye.
Bajarê London ê kevnar ku îro zêdetir ji 2 mîlyon kesan li xwe de cihdike, ji aliyê Romiyan ve hatiye avakirin.