Serdema bronzê an jî Serdema tûncê, navê demekê ye ku mirov ji amêjena bronzê amûr çêdikirin. Bronz bi asas awêteya pîl û sifirê ye. Kereseyên wekî kevir û darîn jî ji bo amûran dihatin bikaranîn belam bronz hem ji bo birîn û qesifandinê ji din çêtir bûn û dirûvdan (şekildan) jî hêsantir bû.Serdema bronzê li her cih bi heman demê de nebûn. Çunkî hawîş ji hev dûr bûn û di navbera wan de têkilî hê çênebû bûn. Serdema bronzê li rojavaya Ewropayê di navbera salên 2000 û 800 a beriya zayînê de dom kir. Belam serdema bronzê li Mezopotamyayê di beriya zayînê sala 3300an de dest pê kiri bû.
Bastannas, wiha difikirin ku mirov di serdema bronzê de ji berê tertîptir bûn. Çunkî çêkirina amûrên metal pir zor bû û hewcetî pê hin hunerwerî dibûn. Ev mirovên ku xwediyê van hunerweriyan bûn, ji mirovên din girîngtir dibûn. Ev amûrên metal ên nû hate firotin an jî standin û bi vî awayî bazirganî di navbera mirovan de hate kirin.
Piştî çêkirina amûrên hesin, dawî li serdema bronzê hat û serdema hesinê dest pê kir. Sedema destpêkirina serdema hesinê ev bû ku dîtina pîl ji dîtina hesinê zortir bû. Sedema din jî amûrên sifir pir nerm bû û sûdmend nebûn. (bêhtir…)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî cyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1958 – Misir û SûrîYekîtiya Komara Erebî ava kirin, ku heta sala 1961'ê weke dewletekê tevgeriyan.
1978 – Komara Îslamî ya Îranê hate damezirandin. Serokê Şoreşa Îslamî ya Îranê Ayetula Xumênî, piştî 15 salan li derveyî welêt ma, di 1'ê sibata sala 1978'an de, vegeriyabû Îranê. Lewma ev roj weke roja damezrandina komara îslamî ya Îranê tê dîtin.